Li her çar aliyên cîhanê şer, dagirkerî û zorbazî didominin. Dewletên emperyalîst ji bo çikildana xwe gelan li hev dikujin; milyonan cehrî feqîrî, birçîbûnê, koçberiya mecbûrî û mirinê dikin. Li Gazze polîtîkaya qirkirina komî ya Îsraêlê li ber çavan me didomîne. Di dema ku şer li Ûkraynayê kûr dibe, militarîzmê peşxistina NATO û Amerîkayê hemû cîhanê diajevine beriya şereke nû ya dabeşkirina emperyalîst.
Ji Fransa heta Almanyayê, ji Îngilistanê heta Amerîkayê,hêzên emperyalîstên Rojava bi polîtîkayên kolonyalîst hêj jî li Afrîkayê, Asyayê û Rojhilata Navîn zengînî û çavkaniyên gelan talan dikin; lê yên ku berxwedan dikin bi darbeyên leşkerî, bi cezayên aborî an jî bi mûdaxaleyên rasterast dixwazin bêdeng bikin.
Di vê menzereya tarî de, herî zêde lêçûnê ciwanî didin: Bêdawîbûn, bêkarî, feqîrî, nijadperestî, zorbaziya polîsan, newekhevî di perwerdehiyê de û zorbaziyên zêdeyî ciwanî li her alî dorpêç kirine.
Lê em ê nekişin ji vê nîzamê. Em ê neêdin vê tarîyê.
Çimkî em neşikeke ku hêvîyê digirin, xewnan dibînin û berxwedan dikin. Em dengê xwe bilind dikin, rengê xwe li xwe dikin, hêrsê xwe dikin hinerek kolektîv.
Û em dizanin ku berxwedan tenê li şûnan nema, lê li jûreyê, li notê, li wênesaziyê jî mezin dibe.
Hunerê şoreşger, eyneya gelê.
Huner tenê zimanê hestan nîne, lê zimanê hêrsê bindestan, berxwedanê û hêviyê jî ye.
Her derê ku sîstem dixwaze bêdeng bike, huner dipeyive; dibe zimanê yên ku dengê wan tê astengkirin, dibe rûyê yên ku nayên dîtin, dibe eko ya ramanên yasakkirî.
Hunerê şoreşger, ya ku hatiye jibîrkirin tê bîra mirovan, ya ku hatiye tepisandin daxûnî dike, dibe dengê ya ku hatiye bêdeng kirin.
Îro li hemberî yên ku huner wekî qadek estêtîk dinêrin, em bi awayekî bilind radihêjin ku huner siyasî ye, divê jî siyasî be. Çimkî bêyî ku çîroka bindestan, berxwedêran, şûnan, grevan û serhildanan were vegotin, tu huner temam nîne.
Di vê festîvalê de tenê axaftinên siyasî nebin, lê dê ritmê berxwedanê, melodiya azadiyê, rengên serhildanê jî hebin.
Em ê bi helbestê serhildan bikin. Em ê bi rapê bêdadîşiyan deşîfre bikin. Em ê bi şanoyê xwe li istîsmarkirinê bidin. Em ê bi wênesaziyê xeyalên xwe boyax bikin. Em ê bi belgefîlmê rastiyan nîşan bidin. Em ê bi nivîsên dîwarî meydanan ji nû ve çêbikin.
Ev festîval, tenê çalakiyeke nîne, lê qadeke serhildanê ye ku ciwanî berxwedana xweya kolektîv û afirînerîya xwe tê de dicivînin.
Em ê hev bibînin, em ê biaxivin, em ê munaqeşe bikin, em ê hîn bibin, em ê berhem bikin.
Vê nîzamê ji me re tu pêşerojeke nade. Welle dem e ku em pêşeroja xweya bi hev re ava bikin!
Cihê xwe di vê festîvalê de ku tije huner, siyaset, jîyana kolektîv, serhildan û hêvî ye bigire!