Anasayfa , GKSF , LI DIJÎ FAŞÎZM Û ŞER, DI 15’Ê MIJDARE DE DERE KOLANÊ!

LI DIJÎ FAŞÎZM Û ŞER, DI 15’Ê MIJDARE DE DERE KOLANÊ!

LI DIJÎ FAŞÎZM Û ŞER, DI 15’Ê MIJDARE DE DERE KOLANÊ!

Sîstema kapîtalîst hewl dide ku krîza xwe ya kûr bi şer û polîtîkayên faşîst veşêre. Gelên cîhanê û kedkar ji feqîrî, koçberiya bi darê zorê û wêrankirinê re têne mehkûmkirin. Dema ku serdest ji bo çareserkirina krîzên xwe şerên nû derdixin; tekalîfên çekan kasayên xwe tije dikin, ciwan jî bi qanûnên leşkeriya mecbûrî ve bo eniyên şer, bo mirinê têne şandin.

Nîjadperestî û faşîzma ku li Ewropayê bilind dibe, veguherîye amûra îdeolojîk a van polîtîkayên şer yên di hundir de. Ji hêla sîstemê ve bihêzkirina rêxistinên faşîst, kampanyayên lînçê yên li dijî koçberan, êrîşên li ser mafên civakî yên kedkaran, bazarkirina perwerdehî û tenduristiyê, zexta li ser ciwanan bi polîtîkayên mîlîtarîst û hwd. Hemû van tabloyan bi zelalî nîşan didin ku sîstema sermayê ji bo derketina ji krîza xwe, paşeroja me kiriye hedef.

Lê belê em; ji bo qezenca dewlemendan mirin, kuştin û bêdengiyê red dikin! Em bi eşkereyî dibêjin:
Di vê sîstemê de paşerojek ji bo me tune! Lê em bi biryar in ku paşeroja xwe bi destên xwe biafirînin!

Em li dijî destdirêjiya li mafên me yên civakî, krîmînalîzekirina nasnameya me, û xwesteka bêdengkirina dengê me, derdikevin kolanan!

Wekî Ciwanên Demokratîk yên Nû (Yenî Demokratîk Gençlik), di çalakiya ku dê di 15’ê Mijdarê de li Stuttgart Feuerbach Bahnhofê pêk were, em bang li hemû ciwanên antîfaşîst, pêşverû û şoreşger dikin ku li dijî faşîzm û polîtîkayên şer mil bi mil têkoşînê bidin!

Ji bo paşerojek azad, wekhev û dadmend em hemû bi hev re têbikoşin!
Ne ji şer re; budçe bo perwerdehî, tenduristî û jiyaneke baş!

YDG – CIWANÊN DEMOKRATÎK ÊN NÛ

deutsch: https://www.ydg-online.org/gegen-faschismus-und-krieg-am-15-november-auf-die-strasen/

türkçe: https://www.ydg-online.org/7261-2/

france: https://www.ydg-online.org/7254-2/