Dîsa cîhan di bin armanca êrîşên emperyalîst de ye. Dijminên sereke yên gelên cîhanê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û dewleta Siyonîst a Îsraîlê, di 28ê Sibatê de êrîşek mezin li ser Îranê dest pê kirin. Di encama van êrîşan de, bi hezaran kes jiyana xwe winda kirin, û ewlehiya gelên herêmê bi temamî hate neçêkirin.
Di demên dawî de, tansiyona li Rojhilata Navîn bi awayekî xeternak zêde dibe. Êrîşên Îsraîlê yê Siyonîst û Amerîkaya emperyalîst li dijî Îranê, encama rêzeke tevgerê ya hevaheng a siyasî, leşkerî û dîplomatîk e û herêmê dixe ber çepera şerê nû. Ev ne tenê têkiliyek di navbera hin dewletan de ye; ev qonaxeke nû ya destwerdanên emperyalîst e ku demek dirêj e herêmê ji nû ve şikl dikin.
Êrîşên Amerîka û Îsraîlê, parçeyek ji stratejiyeke şerê ye ku ewlehiya gelan qet hesibê nagire. Dagirkirina Îraqê, şerê li Afganistanê, hilweşandina Lîbyayê û destwerdanên salan li Sûriyê, Kurdistanê û Filistînê, civakên parçe-bûyî, milyonên penaber û krîzên siyasî yên kûr li pey xwe hiştine. Îro jî êrîşên li dijî Îranê berdewamîya heman siyasetê ne.
Ev êrîş ne li ser navê demokrasiyê têne kirin û ne jî ji bo azadiya gelan in. Bi aksî, ew encama hewldanên hêzên emperyalîst e ku dixwazin serdestiya herêmê bidest bixin, ser çavkaniyên enerjiyê û berjewendiyên jeopolîtîk hesab dikin. Ji ber vê yekê, li dijî êrîşên leşkerî û tehdîdên şerê li ser Îranê rawestan pêwîst e.
Lêbelê, li dijî emperyalîzmê rawestan ne wateya parastina rejîma otorîter û zordest a li Îranê ye. Gelên Îranê salan e li dijî zexta siyasî, windakirina mafên demokratîk, neheqiyên civakî û rêveberiya otorîter têkoşîn dikin. Hem rejîma Molla û hem jî rejîma Şahê berê, daxwazên demokratîk yên gelan hatine bastin, û li ser jinan, ciwanan û karkeran zext hatine kirin.
Ne êrîşên emperyalîst û ne jî rêveberiyên faşîst û otorîter, pêşeroja gelên Rojhilata Navîn temsîl dikin. Ne emperyalîzm, ne rejîma Molla û ne jî pergala monarşîk a Şahê berê dikare azadiyê bide gelên Îranê. Pêdiviya Rojhilata Navîn ne şerên nû ne, lê pêdivî ye ku gelan bi azadî kadera xwe diyar bikin, û pêşerojeke demokratîk li ser bingehê wekhevî û azadî were avakirin. Êrîşên emperyalîst tenê hilweşandin, ne aramî û pirsgirêkên civakî yên dirêj-demî çêdikin. Demokrasi bi bombeyan nayê avakirin, bi destwerdanên derve nayê çêkirin.
Em wekî rêxistinên ciwanan ên navneteweyî yên antî-emperyalîst û antî-faşîst, li dijî êrîşên Îsraîl û Amerîka li ser Îranê radibin û dibêjin ku em li dijî vê şerê ne. Bi têkoşîna hevpar a gelan, em ê vê şerê rawestînin û li herêmê rêya aşitî û azadiyê vekein. Pêşeroja Îranê û Rojhilata Navîn ne di destwerdanên emperyalîst de ye, lê di rêxistina xwe ya gelan û di hevaltî û dayanîna wan de ye.
Bijî berxwedana li dijî Emperyalîzmê!
Bijî berxwedana li dijî Faşîzmê!
Bijî têkoşîna yekgirtî ya gelan!
– Partido Revolucionario de los Trabajadores (PRT – İspanya)
– Rebell (Almanya)
– Revolutionary Student-Youth Movement/Bangladesh (Bangladeş)
– Unité Communiste (Fransa)
– Yeni Demokrat Gençlik (Tirkiye)
– Yeni Demokratik Gençlik (Ewropa)
– Young Struggle (Ewropa)
YDG Online Yeni Demokratik Gençlik Web Sitesi