Anasayfa , Ön Resim , Sempozyuma Ciwanan a enternasyonal

Sempozyuma Ciwanan a enternasyonal

Em Bi Hev re Nîqaş Dikin, Em Bi Hev re Têkoşînê Berfireh Dikin!

Cîhan bi gefa şerekî nû yê emperyalîst re rû bi rû ye. Şer, nijadperestî, xizmeta leşkerî ya mecbûrî û çekdarkirin rasterast ciwanan hedef digirin. Ev şert û merc ji bo ciwanan hestek kûr a bêhêvîtî û pesîmîzmê ji bo pêşerojê diafirînin, di heman demê de hêzên emperyalîst ciwanan wekî amûran ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin.

Ji bo xurtkirina têkoşîna ciwanan a navneteweyî li dijî van êrîşan, parvekirina ezmûnên xwe û organîzekirina pêşerojê bi hev re, em ê di 10ê Çileya 2026an de li Berlînê Sempozyûma Ciwanan a Navneteweyî bi beşdariya nûnerên rêxistinên ciwanan ji welatên wekî Almanya, Fransa, Tirkiye-Kurdistan, Bangladeş, Nepal, Filîpîn, Qibris, Spanya, Îrlanda, Kanada, Filistin, Ural û Tunisê li dar bixin.

Mijarên ku em ê di sempozyûmê de nîqaş bikin ev in:

Gefên Şerê Emperyalîst û Ciwan

Berxwedanên Herêmî û Ezmûnên Têkoşîna Ciwanan

Rola Dîrokî ya Ciwanan di Têkoşîna Dij-Emperyalîst de

Têkoşîna Navneteweyî û Yekîtiya Ciwanan

Em hemû ciwanan vedixwînin ku bi hev re nîqaş bikin, têkoşînê bi hev re berfireh bikin û pêşerojê bi hev re bi dest bixin!

Dîrok: 10ê Çileya 2026an
Cih: Mehringhof-Berlîn Gneisenaustraße 2A
10961 Berlîn
Dem: 10:00

Bijî têkoşîna hevpar a ciwanan li dijî emperyalîzmê!

YDG – Ciwanên Demokratîk ên Nû