Anasayfa , AÇIKLAMA/ERKLÄRUNG , Êrîşên dewleta Tirk a faşîst berdewam dikin!

Êrîşên dewleta Tirk a faşîst berdewam dikin!

Êrîşên dewleta Tirk a faşîst berdewam dikin;

Li hemberî Rojava êrîş! Li Colemêrgê qeyûm!

Dewleta Tirk a faşîst êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd didomîne. Dewleta faşîst a ku ji bo tinekirina hemû destkeftiyên gelê Kurd hemû rêbazan bi kar tînê.Di  doza komploya Kobanê de gelek siyasetmedarên kurd û şoreşger hatin darizandin û cezayê girtîgehê ên giran li wan hatin birîn.Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde kir û qeyûm tayînî şaredarîya Colemêrgê kir.

Di encama êrîşên dewleta Tirk ên 31’ê Gulanê yên li ser Rojava de 4 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.Berîya hilbijartinên ku tê plankirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê,dewleta Tirk  êrîşên ku li ser gelê Kurd pêk tîne nîşan dide ku çiqasî ji hemû destkeftiyên kurdan ditirsê. Dewleta Tirk li alîyekê dixwazê hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bigirê û astêng bikê, li alîyekê jî li Colemêrgê Hevşaredarê Partiya Dem Mehmet Siddik Adim binçav kir û qeyûm tayînî şaredariyê kir. Dewleta faşîst a ku li gorî makezagon û qanûnên xwe jî tevnagerê, derbeyek li vîna gelê Colemêrgê kir.

Bi van êrîşan rûyê faşîst ê dewleta Tirk careke din derdixe holê.dewleta faşist a ku ji bo hemû destkeftî û serkeftinên gelê Kurd ên li çar parçeyan tine bike bi hemû rêbazan, bi şêwazekî ku ti sînoran nas nekê êrîşên xwe zêde dike.Gelê Kurd dîsa bi awayekî bi hêz û bi biryar li dijî van êrîşan li ber xwe dide.Gelê Kurd ku heta niha bi awayekî canbexşane û bi rihekî serhildêr nirxên xwe parastîya û rêxistî meşîyaye ev ji dewleta Tirk re bûye kabûs, bi heman îrade û seknê bersivê dide êrîşên dawî.Li hemberî hemû êrîşên faşîst ên dewleta Tirk bi gelê kurd re bibin yek! bangawazîya me li hemû derdor û tevgerên şoreşger,pêşverû re ewe xwedîderketina mafên kurdan û deng derxistina van polîtîkayên dewleta faşîst ku dixê merîyêtê û pêşdixê berpirsîyarîyeke weyî mezine.Weke Ciwanên Nû yên Demokratîk em careke din rave dikin ku li dijî van êrîşan em ê li her derê bibin dengê gelê Kurd.

Qehr bibê dewleta Tirk a faşîst!

Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan!

YDG – Ciwanên Demokratîk ên Nû